London-SANA
Dolarê Amerîkî îro Pêncşemê gihîşt asta xwe ya herî bilind di nava hefteyekê de, piştî ku êrîşên esmanî yên nû di navbera Îran û Amerîkayê de bûn sedema kêmkirina hêvîyên gihîştina çareserîyeke bilez ji bo alozîyan.
Ajansa Reutersê ragihand ku nîşandera dolar (index) bi rêjeya %0.13 bilind bû û gihîşt 99.426an, bi vê yekê nêzîkî asta xwe ya herî bilind bû ji 21ê Gulana borî ve. Di heman demê de, euro bi rêjeya %0.2 kêm bû û gihîşt 1.1601 dolarî û lîreya sterlîn (pound) jî %0.3 kêm bû û gihîşt 1.3387 dolarî.
Di geşedaneke hevdem de, yenê Japonî li hember dolar daket 159.610an û nêzîkî asta 160î bû; ew asta ku meha borî karbidestên Japonî neçar kiribûn ku destwerdanê bikin. Di vê navberê de, guman û pirs li ser mifaya dubarekirina vê destwerdanê çêbûn.