Şam – SANA
Berdevkê Fermî yê Komîteya Daimî ya Dîyarkirina Bihayên Berhemên Petrolê, Mûsa El-Cibare, tekez kir ku komîte bi awayekî sazûmanî kar dike, li gorî encamên civînên demdemî yên her 15 rojan carekê û yên awarte, ji bo şopandina guhertinên navxweyî û cîhanî yên gav bi gav, da ku pêşnîyarên pêwîst derbarê nirxan de ji Wezîrê Enerjîyê re pêşkêş bikin.
El-Cibare dîyar kir ku biryara nirxdanînê ne li gorî nêrîna sazîyekê bi tenê ye, belê di rêya lêkolîneke komî re ye ku sazîyên aborî, darayî û teknîkî tê de beşdar dibin.
El-Cibare tekez kir ku her guhetineke di bihayan de, çi bilindkirin çi jî daxistin be, li ser bingeha lêkolîneke tekûz a ku rewşa abûrî û hevsengîya di navbera berdewamîya dabînkirina sotemenîyê û berjewendîya welatîyan de li ber çavan digire, tê kirin. Her weha amaje bi wê yekê jî kir ku komîteyê civîneke awarte li dar xistiye û di encamê de pêşnîyarên xwe yên nû ji wezîr re şandine.