Şam-SANA
Wezîrê Veguhastinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir ligel şanda Banka Cîhanî bi serokatîya Jean-Christophe Carret, pêngavên cîbicîkirinê yên paşerojê yên girêdayî projeya pêşxistin û nûjenkirina rêyên hesinî li Sûrîyê gotûbêj kirin. Ev yek di çarçoveya şopandina danûstandinên berdewam de ji bo wergirtina piştgirîya Banka Cîhanî ji bo projeyê pêk hat.
Beşdaran qonaxên ku di amadekirina projeyê de hatine qedandin nirxandin. Civîn îro Çarşemê di avahîya wezaretê de li Şamê bi amadebûna nûnerê Wezareta Derve Yûsif El-Faris hat lidarxistin.
Wezîr Bedir bal kişand ser giringîya zêde ya veguhastina bejayî û rêhesinî di bin sîya alozîyên ku bandorê li zincîreyên dabînkirinê yên cîhanî dikin, nexasim piştî encamên girtina Tengava Hurmizê û giringîya veguhastina bi rêyên hesinî di kêmkirina bandora qutbûna veguhastina deryayî li ser bazarên cîhanî.

