Laziqîye-SANA
Bendera Laziqîyê di pênc mehên pêşî yên îsal de, di çalakîya xwe ya kar de tomarkirina nîşaneyên geşedaneke berbiçav berdewam kir. Giranîya kelûpel û konteynirên ku di benderê re hatine barkirin û valakirin du mîlyon ton derbas kir ku li ser 273 keştîyan hatibûn barkirin. Di heman demê de, hejmara konteynirên ku hatine veguhastin gihîşt nêzî 120 hezar konteynirî.
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan duh Înê dîyar kir ku ev asta bilind a kar encama wan pêngavên pêşvebirinê ye ku ji bo hêsankirina karên gumrikê, hêsankirina operasyonên hawirde û hinardekirinê û geşkirina tevgera tranzîtê tên wergirtin. Her wiha bikaranîna amûr û alavên nûjen bûye sedema lezkirina operasyonên barkirin û valakirinê û kêmkirina dema mayîna keştîyan li ser lengergehan.