Şam – SANA
Rêveberê Kompanya Giştî ya Pîşesazî û Bazirganîya Çîmentoyê û Keresteyên Avahîsazîyê “Umran” Mehmûd Fedîle, eşkere kir ku zêdetirî 10 kompanyên herêmî ji bo pêşbazîya veberhênanê li kargehên “Mislimîyê” li Helebê û “‘Edra”yê li gundewarê Şamê serî li wan dane, û pêşbînî kir ku di nava 30 rojan de nirxandina pêşnîyarên hatine pêşkêşkirin bi dawî bibe û veberhêner werin hilbijartin.
Fedîle îro Şemîyê ji SANAyê re zelal kir ku kompanyên ku serî dane veberhênerên ji Iraq, Urdun, Tirkîye û Erebistana Siûdî, û kompanyeke xwecihî bi hevkarîya Çekîyê li xwe digirin, û serkeftina kargehên Hema û Tertûsê eleqeya li ser sektora çîmentoyê ya Sûrîyê zêde kiriye.
Fedîle tekez kir ku hilbijartina veberhêneran di sektora çîmentoyê de xwe dispêre jêhatîbûn, serpêhatî, şîyana darayî û pabendbûna bi pîvanên silametî û jîngehê, da ku veberhênerê herî guncaw bê garantîkirin, dûrî her berçavgirtineke xwecihî, herêmî yan navdewletî.