Şam-SANA
Wezîrê Darayî yê Sûrîyê Mihemed Yusir Bernîyê rênimayên cîbicîkirinê yên mersûma hejmar 67 a sala 2026an derxist. Ev biryar ji bo zêdekirina bi rêjeya %50 li mûçe û heqdestên fermanberên wezaret, îdare, sazîyên giştî, şirket û dezgehên sektora giştî û hemû yekîneyên îdarî dûpat dike.
Wezareta Darayî îro Yekşemê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku li gorî rênimayên cîbicîkirinê, dê dest bi dayîna vê zêdebûnê û zêdekirinên taybet ligel mûçeyên hefteya dawî ya meha Gulanê were kirin. Her wiha wezaretê da zanîn ku rênimayên cîbicîkirinê yên mersûma 68an a têkildarî zêdekirinên taybet, dê li pey hev werin derxistin.