Şam-SANA
Parêzgarê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîyê ragihand ku heyama guhartina dirav sî rojên din hat dirêjkirin, da ku ji 1 heta 30yê Hezîrana bê berdewam bike. Ev yek di çarçoveya pêşkeftina baş a ku proseya guhartinê tê re derbas dibe de hat.
El-Hesrîyê di parvekirinekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê, îro Înê, dîyar kir ku ev dirêjkirin ji bo dayîna derfeteke mezintir e da ku proseya guhartinê bi hêsanî û nermî bi dawî bibe. Ev prose dê bi tenê bi rêya şaxên bankên karkir re û li gorî merc û rênimayên ku dê werin ragihandin bê kirin.
El-Hesrîyê tekezî li ser girîngîya şopandina nûkirinên fermî û sûdgirtina ji vê heyama zêde kir, da ku rêkar bi hêsanî bi dawî bibin.