Şam-SANA
Koma “Îşare” ya Sûrî ya teknolojîyên ragihandinê û kompanya “Turksat”ê ya Tirkî ya xizmetên ragihandina satelîtê, girêbesteke hevbeşîyê îmze kirin. Armanca vê girêbestê piştgirîkirina binesazîya sektora ragihandinê û xurtkirina xizmetên înternetê li Sûrîyê ye.
Rêveberê Cîbicîkar ê Koma “Îşare” Ebdulrehman Zeydan di daxuyanîyekê de ji bo peyamnêrê SANAyê tekez kir ku ev peyman gaveke giring e li ser rêya pêşxistina sektora ragihandinê li Sûrîyê, nexasim di warên binesazî û xizmetên dîjîtal de.
Ji hêla xwe ve, Cîgirê Rêveberê Kompanya “Turksat”ê Selman Demirîl dîyar kir ku ev hevkarî pêşkêşkirina xizmetên şêwirmendîyê yên taybetmend û çareserîyên teknîkî yên pêşketî li xwe digire, da ku asta karkirinê bilind bibe. Demirîl her wiha destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya hewldanên kompanyê de ji bo xurtkirina hevkarîya herêmî û piştevanîkirina projeyên geşepêdanê li Sûrîyê tê.

