Şam – SANA
Desteya Giştî ya Birêvebirina Metalên Biha li Sûrîyê bi rêya çavdêrîkirina ′eyaran û dayîna ruxsetan li ser birêxistina bazara zêr kar dike.
Rêveberê desteyê Museb El-Eswed tekez kir ku divê hemû zêrên xebitî bi mora fermî ya Sûrîyê werin morkirin. Her wiha dîyar kir ku çavdêrî li ser dikanan hatiye zêdekirin da ku zêrên qaçax an yên li dijî pîveran werin girtin û rênimayên yasayî li dijî binpêkeran werin meşandin.
Serokê Ofîsa Morkirinê, Fadî Sehnawî, eşkere kir ku pişkinîna zêrê Sûrî bi rêya mînakên cuda cuda pêk tê da ku duristîya ′eyaran were parastin, ligel desteserkirina zêrên ku li dijî pîvanan in. Desteya ku di Sibata 2025an de hatiye nûkirin, rojane di navbera 5 û 20 kîloyan de werdigire; Sehnawî tekezî li ser kalîte û navûdengê baş ê zêrê navxweyî kir.