Şam – SANA
Wezareta Enerjîyê ya Sûrî hebûna kêmasîya berhemên petrolê red kir. Wezaretê tekez kir ku karê parzûngehan û peymanên hawirdekirinê bi awayekî asayî berdewam dikin, û tevî alozîyên herêmî û gotegotan, depoya stratejîk di astên ewle de ye.
Wezaretê sedema qerebalixîya li stasyonan vegerand bo gotegotên ku daxwaza li ser sotemenîyê bi rêjeya 300% zêde kiriye, ne ji ber kêmbûna maddeyê bi xwe. Her wiha destnîşan kir ku wan rêkarên pêşwext girtine ber xwe ji bo misogerkirina dabînkirina sotemenîyê.
Her wiha, wezaretê kêmbûna elektrîkê vegerand bo kêmkirina gaza Urdunê ji ber alozîyên herêmî; ew alozîyên ku bûn sedema bilindbûna bihayê neftê li cîhanê bi rêjeya 7%.