Şam-SANA
Komîsyona Daîmî ya Dîyarkirina Nirxên Madeyên Petrolê û Samanên Kanzayî, civîneke awarte bi serokatîya Alîkarê Wezîrê Enerjîyê Xîyas Dîyab pêk anî, da ku nirxên berhemên petrolê û lêçûnên anîn û xebitandinê di dema guhertinên niha de binirxîne.
Di enncamê de, Komîsyon gihîşt hin pêşnîyaran derbarê guhertina nirxên hinek berhemên petrolê, û ew pêşnîyar şandin Wezareta Enerjîyê da ku biryara guncaw bide.
Rêveberê Daîreya Ragihandinê Ebdulhemîd Selat, tekez kir ku pêşnîyar li ser bingeha lêkolîneke fireh a nîşanderên navxweyî û cîhanî hatine avakirin, bi mebesta misogerkirina aramîya bazarê û domdarîya dabînkirinê; û destnîşan kir ku biryara dawî dê piştî pejirandina Wezîrê Enerjîyê were derxistin.



