Zêdebûnên li pey hev ên meaş û heqdestan li Sûrîyê, bûn pêngaveke stratejîk ji bo bilindkirina asta jîyana karkeran û parastina domdarîya darayî. Pisporê plnsazîya stratîjîk Muhened El-Zenberkçî ji SANAyê re dîyar kir ku mersûmên di navbera salên 2025an û 2026an de hatine derxistin, valahîya di navbera dahat û pêdivîyên jîyanê de kêm kirine, ku asta herî nizm a meaşan bi rêjeya 350 ji sedî bilind bûye, û ev yek bû sedema livandina bazarên herêmî bi awayekî berbiçav.
Di heman demê de, zêdebûnên taybet ku sektorên girîng mîna perwerdehî, tendurustî, bank û çavdêrî armanc kirine hatin sepandin. Pisporê darayî Dr. Ebdullah Qezaz dîyar kir ku armanca vê pêngavê parastina kadroyan, sînordarkirina koçberîya şarezayan, û alîkarîya çînên armancgirtî bo rûbirûbûna fişarên enflasyonê hate avêtin.
Tevî başbûna meaşan, ev pêvajo rûbirûyî astengîyên dabînkirina darayî û kontrolkirina bazaran dibe. Pisporan tekez kirin ku pêwîst e hilberîn were zêdekirin û rûbirûbûna firotina yekdest were kirin, ta ku parastina nirxê rasteqîn yê zêdebûnan were misogerkirin û aramîya aborî ya giştî pêk were.