Şam-SANA
Kompanya Fly Şam duh Şemîyê yekemîn geşta xwe ya asmanî ji Şamê ber bi Terablusa paytexta Lîbyayê ve pêk anî. Ev pêngav bi armanca çalakkirin û xurtkirina peywendîyên di navbera her du welatan de û vekirina asoyên nû yên hevkarîyê, xasma di warên aborî, bazirganî û geştyarîyê de hat avêtin.
Şêwirmendê Geşepêdan û Peywendîyên Giştî di kompanyê de Usame Sati’ di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku vekirina vê pira asmanî ya nû beşdarîyê di berfirehkirina qadên hevkarîya aborî û geşepêdanê de dike û peywendîyan, bi taybetî yên geştyarîyê di navbera her du welatan de pêş dixe.
Ji alîyê xwe ve, Kargerê Balyozxaneya Lîbyayê li Sûrîyê Welîd Emar destpêkirina yekem geşta kompanya Fly Şam ber bi Terablusê ve wekî derfeteke girîng ji bo vegera asayî ya peywendîyên di navbera her du welatan de nirxand. Her wiha da zanîn ku gelek peyman di navbera her du welatan de hene ku vêga ji bo çalakkirina wan xebat tên kirin.



