Şam-SANA
Serokê Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê, Amir El-Elî, tekez kir ku destpêkirina diravê nû yê Sûrîyê, destpêkeke nû ye ji bo xurtkirina bawerîya bi lîreya Sûrîyê û girêdana aborîya neteweyî bi sîstemên darayî yên herêmî û navneteweyî re.
El-Elî di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re got: “Ev polîtîkayên diravî beşek ji nêrîneke berfireh in, ji bo avakirina aborîyeke aramtir û destpaktir, bi awayê ku berjewendîya giştî biparêze û daxwazên Sûrîyan bi cih bîne.” Her wiha tekez kir ku Desteya Çavdêrîyê pabend e bi vê nêrînê bi rêya pêşxistina mekanîzma û amûrên xwe yên çavdêrîyê.