Şam-SANA
Alîkarê Wezîrê Enerjîyê bo Karûbarên Petrolê û Serokê Komîteya Daîmî ya Dîyarkirina Bihayên Madeyên Petrolê û Samanên Kanzayî Xîyas Dîyab, tekez kir ku komîte wê di dema xwendin û dîyarkirina bihayan de xwe bispêre pîvanên teknîkî û aborî yên hûrbîn.
Dîyab di daxuyanîyeke taybet de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Sêşemê dîyar kir ku her biryareke girêdayî bihayên madeyên petrolê yan samanên kanzayî be, dê di çarçoveyên sazîyên pejirandî de bê lêkolînkirin û nirxandin. Her wisa dê li ser bingeha dane û nîşaneyên rastîn û lêkolînkirî be, dûrî texmîn û agahîyên ne piştrastkirî ku li ser hin platforman tên belavkirin.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku komîte hevahengîya di navbera alîyên peywendîdar de xurt dike û lêvegera teknîkî ya taybet bi dosya bihakirinê dike dike. Ev yek dê di bilindkirina asta zelalîyê de û misogerkirina wergirtina biryaran li ser bingehên zanistî û aborî yên rast ku xizmeta berdewamîya sektora enerjîyê û samanên kanzayî dike, bibe alîkar.
Wî dîyar jî kir ku komîte wê li ser danîna bingeh û pîvanên pêwîst ji bo destnîşankirina nirxên berhemên petrolê û samanên kanzayî û nûkirina wan bi awayekî demdemî bixebite. Her wiha dê pêşnîyar û raspardeyên pêwîst pêşkêşî Wezîrê Enerjîyê bike, bi rengekî ku li gorî daxwazên rewşa aborî be û berjewendîya giştî biparêze.