Şam – SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîye tekez kir ku vegera serwerîya dewletê li Cizîra Sûrîyê, gaveke girîng e di warê sîyasî û aborî de, ji ber bandora wê ya rasterast li ser xurtkirina çavkanîyên darayî, piştgirîkirina budceya giştî û pêkanîna planên geşepêdan û avadanîyê de.
Bernîye zelal kir ku yekkirina cografyayê şertê bingehîn e ji bo aramî û geşepêdanê, û peyameke rihetîyê dide veberhênerên hundir û derve ku Sûrîye ber bi aramî û yekîtîyê ve diçe.
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku Wezareta Darayî di sala 2025an de rêveberîyeke bi şarezayî ji malê giştî û kontrolkirina mesrefê re kiriye, ku bû sedema zêdemaneke piçûk di budceyê de wek cara yekem di nava çar dehsalan de, tevî kêmbûna çavkanîyan jî.
Wezîr dîyar kir ku vegera Cizîrê bi çavkanîyên petrol, gaz, av, çandinî û ajaldarîyê ve dê çavkanîyên zêdetir peyda bike, ku ev jî rê dide berfirehkirina lêçûnên veberhênanê di warê binesazî û xizmetguzarîyên bingehîn de bi awayekî zanistî.