Şam-SANA
Wezareta Aborî û Pîşesazîya Sûrîyê biryareke nû derxist, tê de cezayên kesên ku biryarên eşkerekirina bihayan binpê dikin giran kirin. Ev biryar di çarçoveya xurtkirina parastina xerîdar û kontrolkirina bazaran de hat.
Biryarê destnîşan kir ku cara yekem a binpêkirinê, cezayê dana pereyan ligel hişyarkirinê tê birîn. Lê di cara duyem de, cihê bazirganîyê sê rojan tê girtin, û di cara sêyem de cezayê girtinê digihîje heft rojan, piştî ku rêveberîyên bazirganîya navxweyî û parastina xerîdar bi awayekî fermî werin agahdarkirin.
Ev biryar wekî temamkera biryara hejimara 767 e, ya ku di 12ê Cotmeha 2025an de derçûye. Biryar xwedîyên çalakîyên bazirganî neçar dike ku bihayê dawî yê ji bo xerîdar li ser hemû kelûpelan bi zimanê Erebî û bi nivîseke zelal a ku nayê jêbirin nîşan bidin, û firotina her berhemekê bêyî bihayê ragihandî qedexe dike.
Her wiha biryarê hêsankarî da firoşkarên ku kelûpelên xwe taketak difroşin ku ew dikarin bi bihayekî kêmtir ji yê dîyarkirî bifroşin, û heta dawîya sala 2025an dem da wan da ku kelûpelên bihayên wan li ser wan tuneye bifroşin.