Eman-SANA
Şandeyek ji Sazîya Posta Sûrîyê bi Encumena Posta Urdunê re, rêyên pêşxistina hevkarîyê û pevguherîna ezmûnan di navbera her du welatan de di warên xizmetên posteyê yên nûjen, veguherîna dîjîtal û bazirganîya elektronî de gotûbêj kir.

Di hevdîtineke di navbera her du alîyan de li Emana paytexta Urdunê, Rêveberê Giştî yê Sazîya Posta Sûrîyê Îmadedîn Hemed, hewldana Sazîyê ji bo sûdwergirtina ji ezmûnên serkeftî ji bo pêşxistina xizmetên posteyê û darayî li Sûrîyê tekez kir û pesnê pêşketina ku Posta Urdunê di warên cuda de bi dest xistiye da.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Desteya Rêveberîya Posta Urdunê Samî Kamil El-Dawûd, bal kişand ser kûrahîya têkilîyên biratîyê yên ku Sûrîye û Urdunê digihîne hev, û girîngîya xurtkirina hevkarîya hevpar tekez kir.
Rêvebera Posta Urdunê Henadî El-Teyyib jî bal kişand ser girîngîya berfirehkirina asoyên hevkarîyê bi Sazîya Posta Sûrîyê re di warên cuda yên xwedî guhdana hevpar de.
Şandeya Sûrî serdana çend navendên posteyê yên Urdunê û projeyên veguherîna dîjîtal kir, ji bo serwextbûna ji rewşa karê wan û tekez kir ku Sazîya Posta Sûrîyê dixwaze hevkarî û pêşxistina xizmetên posteyê xurt bike.


