Şam-SANA
Nirxa zêrê 21 qîrat li bazara Sûrîyê li ser 1,440,000 lîreyî ji bo her gramekê rawestîyaye, ku ew her nirxê pêr bûye.
Li gorî Sendîkaya Zêrîngeran, nirxê firotina gramek zêrê 21 qîrat gihiştiye 1,440,000 lîreyên Sûrî û nirxê kirînê jî gihiştiye 1,420,000 lîreyên Sûrî, di heman demê de nirxê firotina gramek zêrê 18 qîrat gihiştiye 2,235,000 lîreyên Sûrî û nirxê kirînê jî gihiştiye 1,215,000 lîreyên Sûrî.
Sendîkayê bang li xwedîyên dikanên zêran kir ku pabendî bihaya fermî bin û bi awayekî zelal li ser cama dikanan nîşan bidin, da ku mafên kirryaran û aramîya bazarê biparêzin.