Rîyad – SANA
Sûrîye û Erebistana Siûdî di civîneke maseya gilover de ku li Rîyadê hat lidarxistin, rêkeftinek ji bo pêşxistin û parastina berhemanînê di navbera her du welatan de îmze kirin. Armanca rêkeftinê hem ew e ku jîngeheke balkêş a qanûnî û berhanînê dirust bike, hem jî parastina berhemanînê garantî bike û herikîna sermîyanî hêsan bike ku beşdarî pêşketina beşên girîng ên wekî pîşesazî, xizmetguzarî, binesazî û geştyarîyê bibe.
Wekî din jî, Wezîrê Abûrîyê yê Sûrîyeyê Mihemed Nîdal El-Şa’ar tekez kir ku ev rêkeftin guhertineke xuyayî di têkilîyên abûrî de nîşan dide û asoyên hevkarîya berhemdar a ku sûdê dide her du alîyan vedike. Wezîrê Berhemanînê yê Siûdî Xalid El-Falih rave kir ku ev rêketin di çarçoveya nêrîna Siûdîyê de ye ku hevkarîyên xwe yên abûrî bi welatên Ereb re xurt bike û piştgirîya aramî û serfirazîya herêmê bike.
Her wha Wezîrê Abûrîyê El-Şaar duh bi serokatîya şandeyeke fermî gihîştibû Rîyadê da ku beşdarî civîna maseya gilover bibe da ku têkilîyên abûrî û danûstandina bazirganîyê di navbera her du welatan de xurt bike.