Şam – SANA
Grama zêrê eyar 21 li bazara Sûrîyeyê pêr 40 hezar li milyonê berê zêde kir.
Sendîkeya zêrînkerên Sûrî di bultena xwe ya îro de, ji bo her gramekê nirxê firotina zêrê eyar 21 bi 1,040,000 lîreyên Sûrî û nirxê kirînê jî bi 1,020,000 lîreyên Sûrî destnîşan kir.
Bihayê zêrê eyar 18 jî, firotina wê gihîşt 895,000 lîreyan û ji bo kirînê jî gihîşt 875,000 lîreyan.
Sendîkeyê bang li zêrînkeran kir ku pabendî nirxê bin û bi zelalî li ser pêşîya dikanan nîşan bidin.