Laziqîyê-SANA
Keleha Selahedîn, ku li ser bilindahîyên çîyayên perava Sûrîyê dikeve, mîna ku ew beşek ji wî zinarî be ku bi sedsalan ew hembêz kiriye, xuya dike. Her weha ew şahida çîrokên dorpêçkirin, feth û şaristanîyên ku şopên xwe di kevir, dîwar û xendeqên wê yên kûr de hiştine ye.
Rêveberê Daîreya Şûnewar û Muzexaneyan li Laziqîyê, Mihemed Memdûh El-Hesen di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku tomarkirina kelehê li ser lîsteyên ISESCOyê, naskirineke navdewletî ye ji bo nirxê şaristanî û mîmarî yê vî cihê bêhempa, û girîngîya mîrateya Sûrîyê wekî beşekî resen ê bîrdanka mirovî ya hevbeş dûpat dike. El-Hesen destnîşan kir ku ev gav dê di xurtkirina hewldanên parastina kelehê de û raberkirina wê wekî cihekî çandî û geştyarî yê cîhanî, bibe alîkar.
Keleheke ku li çîyayên peravê bi dikeve
Keleha Selahedîn ya ku di dîrokê de bi navê “Sehyûn” tê naskirin, nêzîkî 30 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Laziqîyê, li ser rêze-çîyayekî ku nêzîkî 410 metreyan ji asta deryayê bilind e cih digire, û li raserî korîdorên stratejîk ku perava Sûrîyê bi hundir ve girêdidin dikeve; vê yekê jî di nav sedsalan de girîngîyeke leşkerî ya awarte daye wê.
Ji “Sehyûn”ê ber bi “Keleha Selahedîn” ve
Kokên vî cihî vedigerin serdema Bîzansî, berî ku di sedsala dozdehemîn de bibe yek ji kelehên Xaçperestan ên herî girîng. Yek ji rûdanên herî berbiçav ên wê serdemê, xendeqa zinarî ya mezin e ku ji bo veqetandina kelehê ji girê li teniștê hatiye kolandin. Ev xendeq jî wekî yek ji mezintirîn destkeftên endezyarîya leşkerî di Serdema Navîn de tê hesibandin, ku kûrahîya wê nêzîkî 28 metreyan e û firehîya wê li hinek cihan 20 metreyan derbas dike.
Di sala 1188an de, fermandar Selahedînê Eyûbî karî kelehê feth bike û bixe bin sîwana Dewleta Eyûbî. Ji wê demê ve, keleh bi navê wî ve hat girêdan û ket qonaxeke nû ku tê de guherînên avahî û leşkerî rû dan ku di serdema Eyûbî û Memlûkî de berdewam kirin. Di heman demê de, wê piranîya hêmanên xwe yên resen parastine ku heta îro jî li ser xwe ne.
Şakareke mîmarî li ser lîsteya mîrateya cîhanî
Keleh, xwedî sîstemeke tekûz e; ku bircên parastinê, dîwarên mezin, depoyên avê, holên parastî û korîdorên nihênî li xwe digire, ji bilî dêreke Bîzansî ku paşê veguherî mizgeftê, û komek avahîyên niştecihbûn û xizmetguzarîyê ku pêşveçûna hunerên mîmarî û parastina leşkerî di nav sedsalên dirêj de nîşan didin.
Navûdengê kelehê ne ji ber xwe ve hatiye, ji ber ku nirxê mîmarî û dîrokî yê awarte hişt ku rêxistina UNESCOyê di sala 2006an de wê bixe nav lîsteya Mîrateya Cîhanî li tenişt Keleha Hisnê, ji ber ku ew wekî du nimûneyên herî girîng û temamker ên mîmarîya leşkerî ya Serdema Navîn li ser asta cîhanê ne.




