Şam-SANA
Ji bo cara yekem di dîroka xwe de, Yekîtîya Nivîskarên Ereb di rojên 18 û 19ê Nîsana 2026an de Foruma “Rojên Kurdî” saz dike. Ev bûyera çandî ya taybet dê ronahîyê bide ser çanda pêkhateya Kurd wekî parçeyekî jêneger ji tevna civakî ya Sûrîyê.
Forum gelek çalakîyên curbecur dihewîne ku wêje, huner û muzîkê digihînin hev, ev yek jî dewlemendî û cihêrengîya çanda Kurdî nîşan dide.

Foruma “Rojên Kurdî” piştrast dike ku Kurd parçeyekî bingehîn in ji tevna civakî ya Sûrîyê, ji ber ku cihêrengîya çandî, zimanî û nijadî li Sûrîyê nîşan dide. Her wiha, hewl dide ku têgihîştina hevbeş û jîyana hevpar a aştîyane di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de xurt bike, û girîngîya dîyaloga çandî û vebûnê wekî amûrekê ji bo avakirina paşerojeke hevbeş tekez dike.