Şam-SANA
Festîvala Rojên Çanda Kurdî li Şamê sibe 13.05.2026an dest pê dike û pênc rojan berdewam dike.
Festîval bi amadekirin û serperiştîya Îdrîs Murad tê lidarxistin û gelek çalakîyan li xwe digire.
Roja yekem a festîvalê 13.05.2026an dest pê dike û tê de semînerek derbarê zimanê Kurdî ji alîyê Dr. Ismet Remedan ve tê pêşkêşkirin. Îdrîs Murad jî axaftinekê derbarê muzîka Kurdî pêşkêş dike.
Di roja duyem de çalakî taybet e bi xwendina helbest û çîrokan. Di roja sêyem de jî filmê Cîran ê derhêner Mano Xelîl tê nîşandan. Roja çarem a festîvalê li ser şanoyê disekine û şanoya (Ê ku nayê) ya derhêner Ebdulcabir Hebîb tê pêşandan.
Festîvala Rojên Çanda Kurdî li Şamê di 17ê vê mehê de bi dîlaneke Kurdî ya Koma Aştî ya Folklora Kurdî dawî li çalakîyên xwe tîne.