Şam-SANA
Dêra Qelb Loze li ser yek ji zozanên Çîyayê Barîşa yê bakurrojavayê Idlibê cih digire, şahidê qonaxeke geş a dîroka mîmarîya Bîzansî li Sûrîyê ye, û yek ji baştirîn nimûneyên mîmarî yên ku şaristanîyên li pey hev li herêma “Bajarên Winda” hiştine, nîşan dide.
Li gorî malpera fermî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), dêr yek ji mezintirîn şûnwarên arkeolojîk e ku di nav cihê “Gundên Arkeolojîk ên li bakurê Sûrîyê” de ye, ya ku ji sala 2011an ve di lîsteya mîrata cîhanî ya UNESCOyê de hatiye tomarkirin, ji ber ku ev cih nirxekî awarte di belgekirina jîyana gundewarî û mîmarîya olî de di dema dawîya serdemên Romî û Bîzansî de temsîl dikin.
Dêr di nava gundê Qelb Loze yê arkeolojîk de bi dûrahîya nêzîkî 35 kîlometreyan, li bakurrojavayê Idlibê cih digire. Lêkolîner texmîn dikin ku dîroka avakirina wê vedigere nîvê duyemîn ê sedsala pêncem a zayînî û destpêka sedsala şeşem, da ku bibe yek ji girîngtirîn şahidên mîmarî û olî li bakurê Sûrîyê.
Lêkolîner derbarê dîroka rastîn a avakirina wê de bi nakok in, lêkolînerê Amerîkî Howard Crosby Butler avakirina wê vedigerîne nêzîkî sala 480ê zayînî, di demekê de ku lêkolînerê Fransî Georges Tchalenko texmîn dike ku ew vedigere dawîya sedsala pêncem a zayînî, ku ev yek ligel piranîya lêkolînên arkeolojîk ên pispor re li hev tê.
