Şam-SANA
Futbol di serdema nûjen de êdî ne tenê pêşbirkeke werzişî yan amûreke şahîyê ye, lê bûye dîyardeyeke çandî û mirovî ku bala feylesof, bîrmend, wêjevan û lêkolîneran kişandiye ser xwe.
Ew hewl didin balkêşîya wê ya berfireh û bandora wê li ser takekes û civakan şirove bikin, her wiha wateyên ku bi girêdayîbûn, azadî, rasthatinî û afirînerîyê ve girêdayî ne rave bikin.
Feylesof razên lîstikgeha futbolê dixwînin
Di xwendineke ku ji ramanên feylesofê Yewnanî Aristo hatiye wergirtin, mirov dikare li lîstikê wekî avahîyeke tekûz binêre ku destpêk, navîn û dawîya wê hene, lê encamên wê pir caran pêşbînîyan derbas dikin û her gav naşibin lojîkeke ku were dubarekirin.
Feylesofê Brîtanî Simon Critchley di pirtûka xwe ya “Gava em li ser futboolê difikirin, em li ser çi difikirin” de, ezmûna alîgirîya cemawerî ji dîtineke felsefî girtiye dest.
Critchley lîstik wekî qadeke hevkarî û beşdarîya komî dît. Li gor wî, lîstika goga pê derîyek e ji bo têgihiştina têkilîya navbera werziş, civak û guherînên aborî û çandî yên hevdem.
Wêjevan gogê vediguherînin çîrok
Navê wêjevanê Misrî yê wergirê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Necîb Mehfûz bi futboolê ve tê girêdan. Mehfûz di zarokatî û xortanîya xwe de li taxa El-Ebasîye ya Qahîreyê bi goga lingan lîstibû, berî ku berê xwe bide wêjeyê û taxa Misrî û têkilîyên wê yên mirovî bike cîhaneke sereke di berhemên xwe de.
Her wiha helbestvanê Filistînî yê navdar û koçkirî Mehmûd Derwîş di nivîs û gotarên xwe de dabaşa efsaneya futboola Arjantînî Diego Maradona kiriye.
Derwîş kesayetîya wî û şêwazê lîstika wî rave kiriye, û ronahî kişandiye ser karîna futbolê ya kişandina hestên cemawer û daye zanîn ku goga lingan di bandora li ser wijdanê mirovan de hevrikîya felsefe û helbestê dike.
Zanist coşdarîya cemawerî ya futbolê şirove dike
Zanistên demarî û psîkolojîya civakî şiroveyan ji bo sedema girêdana cemawer bi futbolê re pêşkêş dikin. Rewşên bendewarî, serkeftin û girêdayîbûna komî dikarin sîstemên demarî yên girêdayî xelat, handan û têkilîya civakî çalak bikin.