Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Heysem Hisên Guherînên Xerîbîyê di “Rûyên Sirgûnê.. Rêyên Niştiman” de Dişopîne
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Çand û Huner > Heysem Hisên Guherînên Xerîbîyê di “Rûyên Sirgûnê.. Rêyên Niştiman” de Dişopîne

Heysem Hisên Guherînên Xerîbîyê di “Rûyên Sirgûnê.. Rêyên Niştiman” de Dişopîne

Hat weşandin: 2026/07/12 1:04 PM
Hat nûkirin: 2026/07/12 1:04 PM

London-SANA

Pirtûka nû ya nivîskarê Sûrî yê Kurd Heysem Hisên, “Rûyên Sirgûnê.. Rêyên Niştiman”, serpêhatîya sirgûn û koçberîyê di nav têkilîyên mirovî, bîranîn û nasnameyê de dişopîne, û geşta nivîskar ji dema derketina wî ji Sûrîyê û bicihbûna wî li Brîtanyayê vedibêje.

Pirtûk komek çîrok û serpêhatîyên li ser bandora sirgûnê li ser hişmendî, ziman û girêdanê digire dest, û behsa guherînên derûnî, çandî û civakî yên ku bi koçberîya bo civakeke nû re rû dane dike, ligel rola nivîsandinê di rêzkirina bîranînan û fêmkirina serpêhatîya mirovî de.

“Rûyên Sirgûnê.. Rêyên Niştiman” wekî pirtûka çaremîn di projeya jînenîgarîya Heysem Hisên de tê, piştî “Dibe ku kes nemîne”, “Nijadperest di xerîbîya xwe de” û “Ez wiha di dojehê de jîyam”. Ev proje deh sal in berdewam dike û giranîyê dide ser pirsên xerîbî, bîranîn, nasname û girêdanê.

Nivîskar Heysem Hisên di daxuyanîyeke taybet de ji bo SANAyê got: “Ev pirtûk qonaxeke nû ye di projeya jînenîgarîyê de ku ev deh sal in li ser dixebitim. Min hewl da serpêhatîya sirgûnê ji alîyê mirovî ve binivîsim û wê tenê di çarçoveya sîyaset an erdnîgarîyê de sînordar nekim”. 

Heysem axaftina xwe wiha domand: “Ew rûyên ku min dîtine û ew têkilîyên ku di salên rûniştina li Brîtanyayê de çêbûne, bandoreke mezin li ser ji nû ve sazkirina pirsên min ên li ser welat, nasname û girêdanê kirin.”

Hisên her wiha got: “Serpêhatîya me ya Sûrîyan li sirgûnê ji nûçeyên penaberî yan rûniştinê mezintir e. Li pişt her serpêhatîyekê çîrokên dirêj ên guherînên hundirîn û ji nû ve vedîtina xwe û yê din hene. Ev pirtûk hewl dide nêzî wê qada mirovî bibe.”

Wî destnîşan kir ku çar pirtûkên jînenîgarîyê beşên serpêhatîyeke yekbûyî ne û got: “Her pirtûkek qonaxeke cuda ya jîyana min ronî dike, ji Sûrîyê heta sirgûnê, û ji bîranînê heta nivîsandinê. Min xwest ez vê geştê belge bikim û şahidîyeke kesane pêşkêş bikim ku dibe ku gelek Sûrî tiştekî ji serpêhatî û pirsên xwe tê de bibînin.”

Hêjayî gotinê ye ku Heysem Hisên ku Kurdê Sûrîyê ye, romannivîs, nivîskarê jînenîgarî û rexnegir e, di sala 1978an de li Amûdê ji dayîk bûye û niha li Londonê dijî. 

Ji berhemên wî yên roman û rexneyê: “Aram.. Nevîyê Janên Pozbilind”, “Qurbanîyên Gunehkarîyê – Xalid Cemîl Mihemed wergerandiye zimanê Kurdî”, “Derzîya Tirsê- Besam Mistefa wergerandiye zimanê Kurdî”, “Gîyayê zîyandar di bihuştê de”, ligel berhemên wî yên jînenîgarîyê.

Festîvala Rojên Çanda Kurdî bi Pêşandanên Hunerî Kuta Bû
Wergêrê Tefsîra “Fî Zîlal El-Quran” a Seyid Qutub bo Kurdî Koça Dawî Kir
Çalakîyên Curbicur di Roja Duyem a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Şamê de
Lajat.. Muzexaneyeke Bazaltî ya Vekirî bi Rêya ICESCOê Dîsa Vedigere Ser Nexşeya Mîrata Cîhanî
Muhyedîn El-Laziqanî: Çand Bîrdanka Azadîyê ye
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Nivîskarê Sûrî yê Kurd Heysem HisênRûyên Sirgûnê Rêyên Niştiman
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Encumena Gel bi Yekdengî Projeya Yasaya Betalkirina Dadgeha Terorê Pejirand

September 16, 2026

​Duyemîn Civîna Hikûmetê di navbera Sûrîyê û Misrê de li Şamê Hat Lidarxistin

September 16, 2026

Sûrîye Hewldana Hûsîyan ya Armanckirina Bajarê Mekeyê Şermezar Dike

September 16, 2026

Wezareta Karûbarên Civakî û Komeleya Sûrî li Brîtanyayê Çalakirina Rola Revenda Sûrî Gotûbêj Dikin

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?