Şam-SANA
Hejmarên nû yên sala 2026an ên kovarên “Usame” û “Şame”yê hewl didin naverokeke curbicur pêşkêş bikin ku çîrok, zanîn û çalakîyên înteraktîf li xwe digire.
Ev naverok li gorî taybetmendîyên temenê zarokan hatiye amadekirin û bersiva hewcedarîyên wan ên perwerdeyî û çandî dide.
Kovara Usameyê berê xwe dide zarokên ku dikarin mijarên hinekî aloztir di warên dîrok, zanist, werziş û kelepûrê de bişopînin. Lê kovara Şameyê berê xwe dide temenên biçûktir bi rêya çîrokên kurt, zimanekî hêsan û çalakîyên dîtbarî û destan ku alîkarîya wan dike da ku bi rêya çavdêrî û ceribandinê fêr bibin.
Hejmara 861ê ya kovara Usameyê çîrokên wiha dihewîne ku çîrokê bi bandoreke reftarî ya zelal ve girê dide; ji wan çîroka “Leyla û Pisîka Birîndar” ku zarokan han dide bi ajelan re dilovan bin û çîroka “Kînan û Dost” ku girîngiya alîkarîkirina kesên hewcedar bi awayekî ku rûmeta wan biparêze, nîşan dide.
Lê hejmara 166ê ya kovara Şameyê, naverokeke kurtir û hêsantir pêşkêş dike ku xwe dispêre çîroka kurt, wêne û çalakîyên pratîk, da ku li gorî zarokên biçûktir be.
Ev her du hejmarên ku ji alîyê Sazîya Giştî ya Sûrî ya Pirtûkan ve hatine derxistin, cihêrengîya rojnamevanîya zarokan nîşan didin. Di demekê de ku “Usame” naverokeke berfirehtir ji bo temenên hinekî mezin pêşkêş dike, “Şame” hêsankarî, wêne û çalakîyîn ji bo zarokên biçûk bi kar tîne.
Ev yek hevsengîyekê di navbera dilgeşî û perwerdekarîyê de ava dike; xeyal, ziman û ramanê geş dike û nirxên hevkarî, berpirsîyarî û girêdayîbûnê li nik biçûkan diçîne.