Şam-SANA
Logoya dîtbarî ya Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê ji bo derbirîna nasnameya çandî û dîroka şaristanî ya Sûrîyê hatiye dîzaynkirin, ji afirandina alfabeyê li Ugarîtê bigire heta dema niha.
Se’d Ne’san, Cîgirê Wezîrê Çandê yê Sûrîyê, di daxuyanîyekê de ji Ajansa SANAyê re ragihand ku logo ji 4 pirtûkên ku bi dirêjkî li ser hev hatine danîn pêk tê û di her yekê de pirtûkxaneyeke kevnar heye, wek amajeyekê bi girêdana di navbera cih û zanînê de.
Wî her wiha da zanîn ku ev pirtûk û pirtûkxane 4 tîpên kevnar ên ji alfabeya Ugarîtê hatine wergirtin pêk tînin, ku wek kevntirîn alfabeya hatî dîtin, li cîhanê tê naskirin û dîroka wê vedigere sedsala 14an a berî zayînê, ku ev yek wê fikrê xurt dike ku Sûrî çêkerên pirtûk û alfabeyê ne.
Nesan, tekez kir ku logo peyamekê hildigire ku Sûrî li ser bingeha şaristanîya xwe ya kevnar, nivîsandina dîroka xwe û avakirina paşeroja xwe didomînin û destnîşan kir ku Sûrîye “çanda şaristanîyan” e û pêwîstîya wê bi çandeke nû nîne.
Logo her wiha sembola pirtûkxaneya Eblayê, kevntirîn pirtûkxaneya naskirî ya cîhanê (dora 2400 berî zayînê), tîne bîra mirovan, da ku nasnameyeke Sûrîyê ya ku Ugarît, Ebla û Sûrîya nûjen bi hev ve girêdide, bide ber çavan.
Hêjayî gotinê ye ku Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê dê roja 5ê Sibata bê li Bajarê Pêşangehan dest pê bike û 10 rojan bidome. Pêşangeh dê ji saet 10:00ê sibehê heta 09:00ê êvarê pêşwazîya mêvanan bike.