Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê Kovara “Kelepûr û Pirtûkxane” Diweşîne
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Çand û Huner > Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê Kovara “Kelepûr û Pirtûkxane” Diweşîne

Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê Kovara “Kelepûr û Pirtûkxane” Diweşîne

Hat weşandin: 2026/07/31 4:31 PM
Hat nûkirin: 2026/07/31 4:31 PM

Şam-SANA

Di pêngavekê de ku nîşan dide Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê veguherîye navendeke hilberîna zanînê, hejmara yekem a kovara “Kelepûr û Pirtûkxane” hat weşandin.

Ev kovareke zanistî ya pispor û nirxandî ye ku rê dide lêkolîneran ku xebatên xwe di qadên kelepûr, zanistên pirtûkxane û zanyarîyan de li gorî pîvanên navneteweyî biweşînin.

Weşandina vê kovarê di çarçoveya projeya Wezareta Çandê de tê ji bo pêşxistina lêkolînên zanistî û weşana akademîk û girêdana kelepûra Sûrîyê bi rêbazên nûjen re.

Ev yek jî rola Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê di hilberîna zanînê û parastina bîrewerîya niştîmanî de xurt dike.

Jidayîkbûna zanyarî ya Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê

Sernivîskara kovarê Dr. Mecid Ebdilmecîd Qemer di pêşgotina hejmara yekem de tekez kir ku kovar qonaxeke nû di dîroka Pirtûkxaneya Niştimanî de nîşan dide.

Dr. Mecid dîyar kir ku ev ne tenê weşaneke akademîk a asayî ye, lê belê projeyek e û armanca wê ew e ku rola pirtûkxaneyê wekî sazîyeke hilberîner a ramanê û platformekê ji bo lêkolînerên Sûrî û Ereb zindî bike.

Lêkolînên zanistî ku kelepûr û zanîna hevçerx digihînin hev

Hejmara yekem gurzek lêkolînên zanistî yên nirxandî li xwe digire ku mijarên wêje, rewanbêjî, lêkolîna kelepûrê, ramana Îslamî û zanistên pirtûkxane û zanyarîyan vedikolin.

Her wiha lêkolînên li ser birêvebirina daneyên zîrek, dîyaloga çandan û lêkolînên dîrokî yên berawirdkar jî li xwe digire, ku ev yek vebûna kovarê li ser qadên cuda cuda yên zanînê nîşan dide.

Platformeke akademîk a vekirî ji bo lêkolîneran

Kovar lêkolînên resen bi her du zimanên Erebî û Îngilîzî ji lêkolînerên li zanîngeh û sazîyên akademîk ên Sûrî, Erebî û navneteweyî werdigire.

Her wisa lêkolînerên serbixwe jî dikarin xebatên xwe bişînin, bi mercê ku pabendî rêbazên zanistî bin û beşdarî dewlemendkirina zanînê di qadên kovarê de bibin.

Nirxandina zanistî û gihîştina azad

Kovar sîstema “nirxandina zanistî ya dualî ya nenas” dişopîne. Lêkolîn ji alîyê pisporan ve têne nirxandin bêyî ku navên wan werin eşkerekirin.

Yek ji kesên ku dinirxînin ji hundirê sazîyê û yê din ji derve ye, ev jî asta herî bilind a stşpakî, bêalîbûn û objektîfbûnê di nirxandina lêkolînan de misoger dike.

Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê mîrateya zanistî diparêze

Kovar xwe dispêre pêgeha dezgehvanî ya Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê. Bi vî awayî her hejmarek dibe parek ji mîrateya niştimanî ku pirtûkxane diparêze.

Ev yek berdewamîya hilberîna zanistî û gihîştina lêkolîner û nifşên paşerojê bi zanyarîyan garantî dike.

Rêxistina Kitêban a Sûrîyeyê nasnameya xwe ya çandî ya nû li Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê dide nasîn
Serdana mamosteyên zankoyê bo Beşa Kurdî li Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê
Şevbuhêrkeke Muzîkî li ser Dika Mala Operayê li Şamê ji bo Xatirxwestina ji Sala 2025an
Nivîskar Mistefa ′Îkirme: Vegera Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê Vegerandina Rola Çand û Hişmendîyê ye
Konsera Koma Nînarê li ser Dika Navenda Çandî ya Tertûsê
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Kovara Kelepûr û PirtûkxanePirtûkxaneya Niştimanî ya SûrîyêWezareta Çandê ya Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Gotûbêjên Sûrî-Tirkî li ser Rêyên Bihêzkirina Pevguhertina Bazirganî

September 17, 2026

Serok Ehmed El-Şeri` ligel Wezîrê Enerjîyê Dosyeya Sotemenîyê Gotûbêj Dike

September 17, 2026

Salî Şobet ligel Karbidestê Holandayê Xurtkirina Pêwendîyan û Vegera Penaberên Sûrî Gotûbêj Dike

September 17, 2026

​Wezîrê Aborî ji bo Gotûbêjkirina Derfetên Hevkarîya Bazirganî Sibe Diçe Ozbekistanê

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?