Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​El-Şe’al Erk û Taybetmendîyên Dadgeha Destûrî ya Bilind Zelal Dike 
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > ​El-Şe’al Erk û Taybetmendîyên Dadgeha Destûrî ya Bilind Zelal Dike 

​El-Şe’al Erk û Taybetmendîyên Dadgeha Destûrî ya Bilind Zelal Dike 

Hat weşandin: 2026/07/20 1:30 PM
Hat nûkirin: 2026/07/20 1:59 PM

​Şam-SANA

​Dadgeha Destûrî ya Bilind desteyeke dadwerî ya serbixwe ye, ku armanc û erkê wê yê sereke parastina destûrê ye, û lêkolînkirina asta destûrîbûna wan qanûnan e ku ji alîyê Encumena Gel ve tên derxistin, li gorî daxuyanîya endamê Dadgeha Destûrî ya Bilind Arif El-Şe’al ku îro Duşemê ji nûçegihanê SANAyê re ragihandibû.

​El-Şe’al jî, derbarê erkên herî berbiçav ên li gorî qanûnê spartine dadgehê, got: “Ev erk dabeşî çend tewerên qanûnî yên sereke dibin; di nav de lêkolînkirina destûrîbûna qanûnên ku Encumena Gel derdixe li ser bingeha taneyekê ji alîyê Serokkomar yan jî hejmareke dîyarkirî ya endamên encumenê ve, bi awayekî ku dadgeh biryarê li ser destûrîbûna wan dide. Loma, eger biryara ne-destûrîbûna wan bide qanûn dernakeve, her wiha erka şêwirmendîyê jî li xwe digire.”

​Navborî pê de çû û got: “Serokkomar yan jî Serokê Encumena Gel dikarin şîrovekirina deqeke destûrî yan nêrînekê di mijareke taybet de bixwazin”, her wisa destnîşan jî kir ku alîyê ku ev nêrîn xwestiye, ne neçar e ku pabendîyê pê bike.

​El-Şeal di vê çarçoveyê de bal kişand ser hebûna erkekî bingehîn û girîng ku ew jî lêkolînkirina asta destûrîbûna qanûnên berê ye di dema lêkolînkirina dadgehan de (mîna Dadgeha Kargêrî ya Bilind, Dadgeha Pêdaçûnê yan ya Têhelçûnê) di dozên babetî de ku tê de tane li ne-destûrîbûna deq tê dayîn, ku ev doz ji bo biryardana li ser asta lihevhatina wan ligel Danezana Destûrî, ji Dadgeha Destûrî ya Bilind re tên şandin.

​Erkên herî berbiçav ên dadgehê

​Di heman çarçoveyê de, endama dadgehê Dr. Rey’an Kehîlan ji SANAyê re dîyar kir ku civîna ku duh Yekşemê li baregeha wê ya li Şamê hat lidarxistin, giranî daye gengeşekirina projeyasaya qanûna birêxistinkirina karê dadgehê, ji bo derbaskirina hemû kêmasîyên tê de, bi awayekî ku daxwazên Danezana Destûrî bi cih bîne û endamên dadgehê karibin erkên ku ketine ser milên wan pêk bînin.

​Kehîlanê bal kişand ser wê yekê jî ku erkên herî berbiçav parastina binemaya baladestîya destûrê ye, û lêkolînkirina wan deqên qanûnî yên ku reng e ji alîyê xwedîyên berjewendîyan ve di çarçoveya dozên li pêşberî dadwerîya asayî tanê li ne-destûrîbûna wan bikin. Her wiha şîrovekirina qanûnên ku ji alîyê Serokkomar yan Encumena Gel ve tên şandin, û di dawîyê de lêkolînkirina destûrîbûna projeyasayên ku Encumena Gel dê di paşerojê de derxîne.

Desteya Şêwirmendîyê ya Wezareta Bergirîyê Civîna xwe ya Yekem li Dar Xist
Dezgeha Sûrî ya Berîdê Yadnameyeke Têgihiştinê bi Berîda Tirkî re ji bo Hevkariya Herdû Aliyan Iemze Dike
Wezareta Enerjîyê: Berdewamî û Baştirkirina Kalîteya Elektrîkê Karê Herî li Pêş e
Li Pêşberî Serok El-Şeri’.. Serokê Dadgeha Destûrî û Endamên wê Sonda Destûrî Dixwin
Hewldana Qaçaxçîtîya Barekî Madeyên Hişbir li Gundewarê Şamê Hat Pûçkirin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Dadgeha Destûrî ya BilindEncumena Gel a Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

‏Keştîyek li Tengava Hurmuzê Tûşî Êrîşekê bi Avêjtokeke Nenas Bûye

September 15, 2026

Wezareta Navxwe û Balyozxaneya Sûdanê li Şamê Dicivin

September 15, 2026

​Şêx Mihemed bin Raşid: Em bi Vegera Sûrîyê bo Pêgeha wê ya ku Hêjayî wê ye Geşbîn in

September 15, 2026

Serok El-Şeri` di Lûtkeya Medyaya Erebî de: Îro Sûrîye Vegerîya Rola xwe ya Herêmî û Navneteweyî

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?