Şam – SANA
Encumena Perwerdeya Bilind di civîna xwe ya pêncemîn a îsal (2026) de, pejirandin û tesdîqkirina bawernameyên ku dane derçûyên şaxên zanîngehên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê, pesend kir.
Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, îro Duşemê di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya fermî dîyar kir ku ev biryar ji ber girîngîdana wezaretê ya li ser çareserkirina dosyayên akademîk ên hilawistî û dabînkirina mafên xwendekar û derçûyên zanîngehên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê hat, ku xebata xwe ya zanistî di salên Şoreşa Sûrîyê de domandine.
Wezîr El-Helebî piştrast kir ku dosyaya zanîngehên Tirkîyê û sazîyên perwerdeyê yên pê ve girêdayî, hîn jî bi hevahengîya Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê û alîyên Tirkîyê, di bin şopandina rasterast û berdewam de ye.