Enqere – SANA
Cîgirê Serokkomarê Tirkîyê Cewdet Yilmaz piştrast kir ku piştgirîya aramîya Sûrîyê û xurtkirina hevkarîya bi Libnanê re di warên aborî, enerjî û parastinê de, ji pêşînîyên Enqereyê ne. Ev daxuyanîya wî di dema pêşwazîkirina Cîgirê Serokwezîrê Libnanê Tariq Mitrî de li paytexta Tirkîyê hate ragihandin.
Yilmaz dîyar kir ku welatê wî dê piştgirîya ewlehî, aramî û pêşveçûna aborî ya Libnanê berdewam bike, û hêvîya xwe anî ziman ku hevkarîyê xurtir bikin da aştî û geşedanê li herêmê Bi cih bînin.
Her wiha tekezî li ser pêdivîya xurtkirina hevgirtina herêmî li hember polîtîkayên firehkirinê yên Îsraîlê kir, û destnîşan kir ku her binpêkirineke ji serwerî û yekîtîya axa Libnanê re, weke binpêkirina qanûna navneteweyî tê hesibandin.
Di heman demê de danûstandinan têkilîyên dualî û geşepêdanên herêmî yên heyî nîqaş kirin, bi taybetî rewşa li Libnan û Sûrîyê.