Madrîd – SANA
Wezareta Geştûguzarîyê ya Sûrîyê, beşdarîya xwe ya di 46emîn Pêşangeha Navdewletî ya Geştûguzariyê “FÎTÛR 2026” a li Spanyayê de bi dawî anî ku tê de beşeke mezin ji xelkê serdana pavilyona Sûrîyê kirin û eleqeyeke mezin nîşan dan.
Pavilyona Sûrîyê pêşwaziyeke mezin ji serdaneran dît, bi taybetî ji komên geştiyarî yên biyanî, ku bi rêya filmên danasînê û materyalên reklamê û her wiha bi ceribandina berçavkên rasteqînîya virtual (VR), derbarê pêkhateyên geştiyarî yên curbicur ên Sûrîyê de agahî wergirtin.
Di çarçoveya beşdarîyê de, hejmarek rêkeftin di navbera nivîsgehên kompanyayên geştiyarîyê yên Sûrîyê yên beşdar û hevtayên wan ên nivîsgehên geştiyaîyê li Spanyayê de hatin îmzekirin.
Pêşangeha “FÎTÛR” yek ji girîngtirîn pêşangehên geştiyariyê yên cîhanî ye ku her sal tê lidarxistin û wek platformeke navdewletî ji bo nîşandana cihên geştiyariyê, gotûbêjkirina karên pêşîn ên pîşesazîya geştiyarîyê û xurtkirina hevkarîyê di navbera alîyên hikûmî û taybet de tê dîtin.