Paytext-SANA
Îro Sêşemê, şermezarkirinên welatên Erebî li hember êrîşên Îsraîlê ku Balafirgeha Leşkerî ya Ebû El-Zuhûrê li parêzgeha Îdlibê kiribûn armanc li pey hev hatin, di nav banga li civaka navdewletî û Encumena Ewlehîyê ji bo hilgirtina berpirsyarîyên xwe û danîna sînorekî li ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê li ser axa Sûrîyê.
Erebistana Siûdî
Erebistana Siûdî êrîş şermezar kirin û piştrast kir ku ew binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî û ya serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê ne.
Wezareta Derve ya Siûdîyê di daxuyanîyekê de ku li ser platforma “X”ê weşand, tekezî li ser redkirina Şaneşînê ji bo vê êrîşê kir û bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji bo binpêkirinên Îsraîlê yên li hember yasa û dabûnerîtên navdewletî deyne. Her wiha piştgirî û piştevanîya xwe bo Komara Erebî ya Sûrîyê bo her tiştê ku serwerî, silametîya ax û yekîtîya wê biparêze û ewlehî û aramîyê ji bo gelê Sûrîyê pêk bîne, dûpat kir.
Kuweyt
Ji alîyê xwe ve, Dewleta Kuweytê bi tundtirîn şêwe êrîşên Îsraîlê şermezar kirin û tekez kir ku ev êrîş binpêkirina serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê ne, her wiha rageşîyeke e ku dibe sedema têkdana ewlehî û aramîya herêmê.
Misir
Di heman çarçoveyê de, Wezareta Derve ya Misirê êrîşên Îsraîlê şermezar kirin û dîyar kir ku ew binpêkirineke eşkere ya serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê ne, û li dijî rêgezên yasaya navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî ne.
Encumena Hevkarîya Kendavê
Her wiha Sekreterê Giştî yê Encumena Hevkarîya Welatên Kendava Erebî Casim Mihemed El-Bedîwî, êrîşên Îsraîlê yên li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû El-Zuhûrê şermezar kirin. Wî tekez kir ku armancgirtina neheq a Îsraîlê li ser axa Sûrîyê, destdirêjîyeke nayê qebûlkirin e li ser serwerî û hurmeta axa wê, û li dijî binemayên navdewletî ye yên ku destwerdana di serwerîya dewletan de qedexe dikin.