Eman – SANA
Wezîrê Derve û Koçberan ê Urdinê Eymen El-Sefedî tekezî li ser helwesta Urdinê ya rawestana li kêleka Sûrîyê û piştevanîya wê ji bo jinûveavakirina welatekî azad, ewle, aram û yekgirtî dupat kir; her wiha destnîşan kir ku ewlehîya Sûrîyê ji ewlehîya Urdinê ye û aramîya wê hîmekî sereke yê aramîya deverê ye.
El-Sefedî duh Çarşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê got: “Min bi şanazî silavên Cenabê Şah Ebdillahê Duyem gihandin birayê wî Cenabê Serok Ehmed El-Şeri`, Serokê Sûrîya destebira, tevî nameyeke ji alîyê Cenabê Şah ku giringîya stratejîk a pêwendîyên Urdinî-Sûrî û pabendbûna bi pêşxistina hevkarîyeke dualî ya dorfireh û hevahengîya berdewam li ser pirsên herêmî tekez dike”.
Eymen El-Sefedî her wiha anî ziman ku Serok El-Şeri` jî silavên xwe pê re ji bo Şah şandine û tekezî li ser berdewamîya bihêzkirina pêwendîyên biratîyê yên kûr ên di navbera her du welatan de û xurtkirina hevkarîya li hember dijwarîyên hevpar kiriye.
Her wiha navborî dîyar kir ku wî bi Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî re guftûgoyên berfireh pêk anîne; ev guftûgo nîşana îradeya hevpar bûn ji bo bilindkirina asta pêwendîyan û berfirehkirina hevkarîya ku xizmeta berjewendîyên her du welatan dike.
Li dawîyê jî, da zanîn ku wan rewşa herêmê û xebatên ji bo çespandina ewlehî û aramîya li herêmê nirxandine.