Waşington-SANA
Endamê Encumena Nûneran a Amerîkayê (Kongres), Joe Wilson, tekez kir ku Sûrîyê di demeke pir kin de gavên dîrokî ber bi pêkanîna aştî û geşepêdanê ve avêtine, û ji bo cîbicîkirina ajendeyên herêmî û şerê li dijî terorê ligel Amerîkayê xebitîye, û daxwaza rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya “dewletên piştgirên terorê” kir.
Wilson da zanîn ku nirxandina Wezîrê Karên Derve, Marco Rubio, dîyar kiriye ku Sûrîye di vê mijarê de hemû mercên pêwîst bi cih tîne, û tekezî li ser pêwîstîya rakirina navê wê ji nav wê lîsteyê û kêmkirina asta haydarkirinê derbarê rêwîtîya ber bi Sûrîyê ve kir; da nirxandin li gor rewşa niha be, û rê li ber hatina veberhêneran û geşkirina tûrîzmê veke. Wilson gotina xwe bi “Derfetê bidin Sûrîyê” bîr serî.