Şam – SANA
Wezareta Hevkarîya Aborî û Geşepêdanê ya Elmanyaya Federal (BMZ), di merasîmeke fermî de “Mala Elmanî” li Şamê vekir, bi mebesta xurtkirina hevkarîya geşepêdanê bi Sûrîyê re û piştgirîya baştirkirina şert û mercên jîyanê. Navend Ajansa Elmanî ya Hevkarîya Navneteweyî (GIZ) û Banka Geşepêdanaê ya Elmanî (KfW) li xwe digire.
Di merasîma vekirinê de, Wezîrê Derve yê Sûrîyê Es’ed Hesen El-Şeybanî, Wekîlê Wezareta Elmanî Niels Annen, ligel kesayetên fermî û dîplomatîk û nûnerên rêxistinên navneteweyî û şirkrtên Elmanî, amade bûn.
Wezîr El-Şeybanî, tekez kir ku ev destpêkirin berdewamkirineke rasteqîn a hevkarîyeke kevnar e ya li ser peymana sala 1977an ava dibe. El-Şeybanî da zanîn ku reşnivîsa “Mala Elmanî” heya 15 salan rawestayî mabû, her wiha pesnê destpêkirina yekem nivîsgeha Banka Geşepêdanê ya Elmanî (KfW) li Şamê û vegerandina erka wê ya dîrokî ya pêşxistinê da.

Ji alîyê xwe ve, Wekîlê Wezareta Elmanî, Niels Annen, ev bûyer wekî qonaxeke girîng bi nav kir ku Elmanyayê nêzîkî hevparên wê dike ji bo bi awayekî berbiçav bandoreke erênî li jîyana welatîyan bike. Her wiha tekezî li ser piştgirîya welatê xwe ji bo avakirina rêveberîyeke şareza, serdestîya qanûnê û parastina mafên mirovan kir, û bal kişand ser guhdana şirketên Elmanî bi beşdarbûna di warên enerjî, av, derman û veguhastinê de.
Rêveberê Têkilîyên Ewropî Ebdilkerîm Iqzîz, dîyar kir ku hebûna her du dezgehan, Ajansa Elmanî ya Hevkarîya Navneteweyî (GIZ) û Banka Geşepêdanaê ya Elmanî (KfW), dihêlin rêça hevkarîyê û komîteya hevbeş bibin projeyên rasteqîn ên li ser erdê ku bandoreke rasterast li jîyana welatîyan bikin.

Ji alîyê xwe ve, endama encumena rêveber a (KfW) Brigitte Reetîye, dilxweşîya xwe bi beşdarbûna sektora taybet a Elmanyayê anî ziman, û tekez kir ku ew dê berdewam bin di dabînkirina derfetên fînansekirinê de. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku bankê tevî astengîyan pabendbûna xwe li hember gelê Sûrîyê û koçberan berdewam kiriye.

Ji hêla xwe ve, cîgirê serokê encumena rêveber a (GIZ) Ingrid-Gabriela Hoven, eşkere kir ku ajans niha 16 projeyan li Sûrîyê bi nirxê 337 mîlyon euro (70 mîlyon euro ji wan di vê salê de ne) pêk tîne. Ev proje perwerdekirina ciwanan, nûjenkirina projeyên avdanê li xwe digire.