Şam-SANA
Îro Sêşemê, Sûrîye derbasbûna Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz a nav axa Sûrîyê û binpêkirina sînorên navdewletî şermezar kir.
Sûrîyê tekez kir ku ev kiryar binpêkirineke eşkere ya serwerîya welêt û yekparçeyîya axa wê ye.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de ragihand: “Ev kiryarên dijminane provokasyoneke eşkere, binpêkirina yasayên navdewletî û Peymana Neteweyên Yekbûyî ne. Her wiha, ev yek li dijî berpirsyarîyên Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an e, ku rêzgirtina li hêlên agirbestê û derbasnekirina wan ferz dike”.
Sûrîyê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyarîyên xwe yên yasayî û sîyasî bi cih bîne û pêngavên pêwîst bavêje da ku desthilatdarên dagirker ên Îsraîlê neçar bike ku binpêkirinên xwe yên berdewam rawestînin.
Her wiha daxwaz kir ku hemû hêzên Îsraîlê yên ku derbasî axa Sûrîyê bûne, tavilê û bi temamî vekişin, vegerin ser xeta veqetandinê û rêzê li serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê bigirin.