Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî ligel Wezîrê Derve yê Norweçê Espen Barth Eide û şandeya pê re, rêyên xurtkirina têkilîyên dualî yên di navbera Sûrîye û Norweçê de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de ku îro Duşemê li Şamê hat lidarxistin, her du alî li ser berfirehkirina asoyên hevkarîyê di warên tenduristî, enerjî, veguherîna dîjîtal û veguhestina deryayî de sekinîn, ligel nirxandina piştgirîya Norweçê ji bo projeyên geşepêdanê û yên mirovî li Sûrîyê.
Her wiha her du alîyan geşedanên sîyasî yên li Sûrîye û herêmê gotûbêj kirin.



