Cinêv-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih ligel Komîserê Bilind ê Karûbarên Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih, dîtina hikûmeta Sûrîyê ya ji bo destpêşxerîya “Sûrîya bê kamp” û hewldanên amadekirina şert û mercên pêwîst ji bo vegera ewle, xwebexşî û birûmet a koçber û penaberên Sûrî gotûbêj kirin.
Hevdîtina ku îro Înê li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê pêk hat, li ser şêweyên xurtkirina hevkarîyê ligel Komîserîya Penaberan a NY rawestîya, bi awayekî ku piştgirîyê bide pêşgavîyên niştimanî yên girêdayî dosyaya vegerê û vegerandina aramîyê.
Wezîr El-Salih di peyamekê de li ser platforma “X”ê amaje bi wê yekê kir ku hevdîtinê rehendeke mirovî ya taybet wergirt, ji ber ku her du alîyan di qonaxeke jîyana xwe de ezmûna koçberî û penaberîyê dîtiye. Ev yek bû sedem ku gengeşe ji alîyên sîyasî û mirovî derbas bibe û bibe derbirîna hêvî û mafê Sûrîyan ji bo vegera li welat û malên xwe bi rûmet û ewlehî.