Şam-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê bi komîteya çareserkirina deynên asêmayî yên Banka Veberhênanê ya Ewropayê re civîya. Ev komîte li gorî mersûma hejmar “70” ya sala 2026an hatiye avakirin û Şêwirmendê Dadwer Hazim El-Alûsî serokatîya wê dike.
Wezîr di civînê de li ser birêveçûna pêvajoya lihevkirinê agahdar bû. Her wiha hevdîtinên demkî yên ku komîte bi deyndaran an wekîlên wan re pêk tîne hatin nirxandin.
Li gorî agahîya ku Wezareta Darayî îro Pêncşemê li ser kanala xwe ya Telegramê weşand, Bernîyê bal kişand ser giringîya lezandina karên komîteyê û qedandina erkên ku di demên dîyarkirî de ji bo wê hatine spartin.
Ev yek bi mebesta parastina malê giştî û di heman demê de sivikkirina barê ser milê deyndaran tê kirin.
Her wiha navborî daxwaz kir ku dosya were girtin û amadekirina teksta qanûnî ya pêwîst berî dawîya vê mehê biqede.
Wezareta Darayî dîyar kir ku di civînê de çareserîyên yasayî yên pêkan ji bo rewşa deyndaran hatin gengeşekirin, di nav de sûdwergirtina ji wan hêsankarîyên ku mersûma hejmar “70” ya sala 2026an ji bo efûkirina sazî û dezgehên zîyandîtî pêşkêş dike.