Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku Serok Ehmed El-Şeri’ ji bo gelê Sûrîyê karekî mezin dike û ji bo yekkirina welat dixebite.
Trump şeva borî di bersiva pirseke li ser rewşa Sûrîyê de ji rojnamevanan re got: “Serokê Sûrîyê karekî gelekî baş dike, ji ber ku ew ji bo yekkirina welat dixebite. Em ji vî karê ku ew dike razî ne, ew ji bo gelê Sûrîyê karekî herî mezin dike.”
Serok El-Şeri’ di 27ê meha borî de peywendîyeke telefonî ya dirêj ji Serok Trump wergirtibû. Di wê peywendîyê de pêşketinên qonaxa veguhêz li Sûrîyê, hewlên bihêzkirina ewlehî û aramîyê, û her wiha asoyên hevkarîya dualî ku di xizmeta aramîya herêmî û navneteweyî de ne, hatin nirxandin.