Qahîre-SANA
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Nebîl Fehmî êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên ku Balafirgeha Leşkerî ya Ebû El-Zuhûrê li Parêzgeha Idlibê kirin armanc, şermezar kirin.
Fehmî piştsart kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serwerîya Sûrîyê û rêgezên yasaya navneteweyî ne û tawaneke nû ye ku li zincîra êrîşên dubare yên Îsraîlê yên li ser Sûrîyê û welatên deverê tê zêdekirin.
Îro Çarşemê Fehmî di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê ev êrîşên Îsraîlê wekî “provokatîf, bêhincet û nayên qebûlkirin bi nav kirin.
Navborî nîşan da ku: “Îsraîl hewl dide alozîyê belav bike û qadên pevçûn û rûbirûbûnê -çi li Sûrîyê be çi li Libnanê- berfireh bike, ji bo xizmeta armancên navxweyî yên serokwezîrê xwe bike, yê ku hewl dide li ser hesabê ewlehî û aramîya herêmê destkeftîyên sîyasî û hilbijartinê bi dest bixe.”
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî daxwaz ji alîyên navneteweyî yên bibandor û Encumena Ewlehîyê kir ku berpirsyarîyên xwe pêk bînin da ku Îsraîlê neçar bikin ku van êrîşên bêbingeh rawestîne û sinorekî ji wan re deyne, da ku rê li ber zêdebûna alozî û tundûtûjîyê li navçeyê were girtin.