Stokholm-SANA
Dadgeheke Swêdî îro Duşemê, cezayê girtina hetahetayê li ser endamekî milîseke alîgira rejîma berê birî, piştî ku bi encamdana sûcên giran ên şer li Sûrîyê hat mehkûmkirin. Di nav van sûcan de kuştin, îşkencekirin û girtina sivîlan di navbera salên 2012 û 2013an de hene.
Rojnameya “Expressen”ê ya Swêdî dîyar kir ku li gorî gilînameyê, Mehmûd Siwêdanê 55 salî, di bihara sala 2012an de tevlî milîseke alîgira rejîma berê li kampa Yermûkê bûbû. Di 13ê Tîrmeha 2012an de, beşdarî êrîşekê li ser xwenîşandaneke aştîyane bûbû û bi çekeke otomatîk gule li sivîlan reşandibûn; dadgehê piştrast kir ku di encamê de nêzîkî 10 kesan hatibûn kuştin û hinekên din jî birîndar bûbûn.
Di rûniştinên dadgehkirinê de, şahidekî got ku Siwêdan bi tundûtûjî û bêrehmîya xwe dihat naskirin û dudilî nedikir ku zirarê bide her kesî, û wî gelek caran dema ku li ser xala kontrolê bû, rûyê xwe dinixumand.