Doha-SANA
Dewleta Qeterê êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên ku Balafirgeha Leşkerî ya Ebû El-Zuhûrê li parêzgeha Îdlibê kirin armanc bi tundî şermezar kir, û tekez kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya li serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê û dijberîyeke dîyar a biryarên yasaya navdewletî û peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.
Wezareta Derve ya Qeterê îro Sêşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê tekez kir ku berdewamîya Îsraîlê di binpêkirina serwerîya dewletên herêmê de bêyî rêgirekê, nêzîkatîyeke metirsîdar ji bo ferzkirina defaktoyê bi darê zorê û sivikatîyeke sîstematîk li hember rewatîya navdewletî nîşan dide.
Wezaretê piştrast kir ku heke Îsraîl hewl bide defaktoyeke nû li hawîrdora xwe ferz bike, divê civaka navneteweyî bi biryardarî ligel vê rastîyê serederîyê bike ku dagirkerîya Îsraîlê xwe li ser yasayê dibîne, di demekê de bêdengî û bêçaretîya navdewletî li hember ragirtina wê, û berpirsyarîyên xwe di danîna sînorekî ji bo binpêkirinên wê bigire ser milên xwe.
Wezaretê hişyarî da ku nebûna lêpirsîn û rêgirîyê rê dide Îsraîlê ku binpêkirinên xwe zêdetir bike, gefê li ewlehî û aramîyê dixwe, û herêmê dikişîne nav geraveke berfirehtir a rageşîyê.
Wezaretê helwesta neguhêr a Dewleta Qeterê ya di rawestana li kêleka Sûrîyê nû kir, û piştevanî û piştgirîya xwe ji bo hikûmeta wê û her tiştê ku serwerî û yekparçeyîya axa wê diparêze, dupat kir.