Waşington-SANA
Rêveberîya Serokê Amerîkayê Donald Trump, moletên kar ên bi sed hezaran koçberên ku rewşa parastina demkî wan li xwe digire, ji Hayîtî û şeş welatên din ku Sûrîye jî tê de ye, tenê çend saet berî bidawîbûna dema wan dirêj kir.
Ajansa Reutersê îro Şemîyê ji ser zarê Fermangeha Xizmetên Welatîbûn û Koçberîyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê veguhast û got: “Moletên welatîyên Hayîtî dê heta 24ê vê Tîrmehê berdewam bin, lê moletên koçberên welatên din ên wekî Sûrîye, Etiyopya û Somalê dê di nava hefteyekê de bi dawî bibin.”
Ev biryar piştî daraza Dadgeha Bilind a Amerîkayê ya meha borî hat, ku rê da rêveberîya Trump Rewşa Parastina Demkî ji bo hinek regeznameyan bi dawî bike. Ev rewş rê dide koçberan ku bi awayekî yasayî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bimînin û kar bikin dema ku welatên wan ên resen ji ber bobelat an şer û pevçûnan bibandor bûbin.