Şam – SANA
Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdilrehman Tirko, ligel Kargerê Balyozxaneya Almanyayê li Şamê Markus Hecken, rêyên xurtkirina hevkarîyê di warê perwerde û hînkirinê de, bi taybetî perwerdeya pîşeyî, gotûbêj kirin.
Her du alîyan di hevdîtina ku îro Duşemê li avahîya Wezaretê li Şamê pêk hat de, tekezî li ser girîngîya pêşxistina qadên hevkarîyê û pevguhertina ezmûnan kirin, bi awayekî ku beşdarîyê di piştgirîya perwerdeya pîşeyî û bilindkirina ast û encamên wê de bike, bi rengekî ku li gorî hewcedarîyên bazara kar û mercên qonaxa bê be.
Di dawîya hevdîtinê de, Wezîr serkeftin ji bo Kargerê Balyozxaneya Almanyayê di erkên wî yên nû de xwest.


