Şam-SANA
Sûrîyê bi helkefta salvegera Roja Rizgarbûnê, pîrozbahîyên xwe yên herî germ, pêşkêşî hikûmet û gelê Komara Korîya Başûr kirin.
Wezareta Derve û Koçberan, di daxuyanîya xwe ya ku îro Şemîyê belav kiriye de, hêvîyên ewlehî û aramîya berdewam ji bo Komara Korya Başûr, xwestin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de ya ku li ser kenala Telegramê belav kiriye, tekezî li ser biryardarîya xwe bo xurtkirina peywendî û hevkarîyê di navbera her du welatan de di qadên cuda cuda de kir.