Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Trump: Em Dixwazin Sûrîye Bibe Welatekî Serkeftî û Serok El-Şeri’ Dikare Vê Pêk Bîne
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Sûriyê û Cîhan > Trump: Em Dixwazin Sûrîye Bibe Welatekî Serkeftî û Serok El-Şeri’ Dikare Vê Pêk Bîne

Trump: Em Dixwazin Sûrîye Bibe Welatekî Serkeftî û Serok El-Şeri’ Dikare Vê Pêk Bîne

Hat weşandin: 2025/11/11 1:30 AM
Hat nûkirin: 2025/11/11 11:20 AM

Waşington – SANA

Serokê Amerîkî Donald Trump tekez kir ku welatê wî dixwaze Sûrîye bibe welatekî serkeftî, ji ber ku ew beşekî bingehîn û girîng ê Rojhilata Navîn e. Wî destnîşan kir ku Serok Ehmed El-Şeri’ xwedî wê şîyanê ye ku vê yekê bi dest bixe.

Di daxuyanîyekê de ji rojnamevanan re îro li Koşka Spî, Trump got: “Ez gihiştim peymanekê bi Serok El-Şeri’ re. Ew rêberekî pir bihêz e, ji cihekî dijwar tê, û mirovekî xweragir e. Min jê hez kir, ez pê re li hev dikim, ew Serokê nû yê Sûrîyê ye, û em ê her tiştî bikin da ku Sûrîye serkeftî bibe, ji ber ku ew beşek ji Rojhilata Navîn e, û niha aştî li Rojhilata Navîn heye, cara yekem e ku mirov vê yekê bi bîr tînin”.

Trump wiha lê zêde kir: “Sûrîye beşekî mezin û pir girîng ê Rojhilata Navîn e. Eger em li Sûrîyê di nav salan de binêrin, em ê bibînin ku bijîşk, parêzer û gelek zîrek tê de hebûn. Ew cihekî hêja û bi gelekî mezin e, û em dixwazin wê serkeftî bibînin, ligel Rojhilata Navîn a mayî. Bawerîya min heye ku Serok El-Şeri’ dê karibe erkê xwe bi cih bîne, bê guman”.

Trump domand: “Em dixwazin Sûrîye bibe dewleteke pir serkeftî, û ez bawer dikim ku ev rêber dikare vê yekê bi dest bixe. Ez bi rastî jî vê yekê dipejirînim. Ew bi Tirkîyeyê re baş li hev dike, û bi Serok Recep Tayyip Erdogan re jî, ku ez wî wek rêberekî mezin dibînim. Ew piştgirîyeke mezin dide tiştên ku li Sûrîyê diqewimin. Divê em bihêkin Sûrîye bi ser keve. Ez bawer dikim ku kar baş diçin, û em bi Îsraîlê re jî dixebitin ji bo baştirkirina têkilîyan bi Sûrîyê re, û bi her kesî re”.

Serok El-Şeri’ berê di Koşka Spî de civîneke gotûbêjkirina fermî bi Serokê Amerîkî Donald Trump re pêk anîbû. Di civînê de, awayên xurtkirina têkilîyên dualî yên Sûrî-Amerîkî, pêşxistina hevkarîyê di warên cuda de, ligel gotûbêjkirina hejmarek mijarên herêmî û navdewletî yên hevpar, hatin nirxandin.

Erebistana Siûdî Pêşwazîyê li Derxistina Sûrîyê ji Lîsteya Welatên Piştgirên Terorê Dike
Selam: Pêşveçûneke Mezin di Dosyayên Hevbeş de Hate Bidestxistin û wê Encam Nêzîk Xuya Bibin
Hevkarîya Sûrîye û Fransayê ji bo Nûjenkirina Piran
​Şandeya Sûrîyê li NY Pîrozbahîyê li Endamên Nû yên Encumena Ewlekarîyê Dike
Barak: Serdana Serok El-Şeri’ bo Waşingtonê Dîrokî ye
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Donald TrumpEhmed El-Şeri’Serokê AmerîkîSerokê Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?